4.03.2018

hevpeyvînên tirş - 2 "biruya hayao miyazaki"


xewşeriqî hevpeyvîna duyem a tirş bi tirşikvanê jîr û rengîn û rûken û veşartî biruya hayao miyazaki* re kir ji bo we xwînerên ezîz û dilsoz. 

di vê hevpeyvînê hûn ê ji bilî pirsên standard du pirsên ekstra jî bibînin ku taybet bo birûya hayao miyazaki hatine pirsîn. 

[kurteagahîyek: hevpeyvîna bê bi tirşikvanê navdar endazer re ye, heke pirsên we yên ji bo endazer hebin li jêr binivîsin] 

û pirsên xewşeriqî û bersivên birûya hayao miyazaki 
birûya hayao miyazaki (temsîlî)

1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?
Ji xortaniya min heta tirsik.netê min di gelek ferhengên înteraktîf de nivîskarî kiriye. Lê ji ber
kurdbûna min gelek caran min dev ji nivîsandinê berdida, ji ber ku di ferhengên tirkî de dijberiya kurdan bûye yek ji tiştên asayî û tehemûla min ji wan û nivîsên wan ên tije dijminahî tune ye. Her wiha wekî kurdekî gay, bi du nasnameyên ji hev zehmettir, şert û mercên tehemûla mayînê li wan deran namîne, ferhengên înteraktîf ên hevzayendiyên tirkan jî tê de. Lê bikaranîna înternetê û avakirina jiyanekî li wê derê/cîhana virtualê, wekî ciwanekî vê sedsalê ji bo min jî di astekî hewceyîyan de ye. Di wê salê de ya ku min dest û nigên xwe ji wan deran qût kir wekî rizgariyê blogekî vekir lê vê carê min ne xwest bibe tirkî lê kurdiya min jî pervînbuldankî bû, min nediwêrî dest bi nivîsandinê bikim. Erê ji lîseyê vir ve min hemû rojnivîskên xwe bi kurdî dinivîsandin lê tu ya rastî bixwazî giş tarzancî bûn. Asoxî çend mehan wiha berdewam kir û rojekî di twitterê de min hashtaga tirşikê dît û min dît ku zarokên xelkê jî ne wek bilbilan in û min got “de hilînin ez doktor im” û evîna me dest pê kir.

2) tirsik.net çi ye, çi îfade dike ji bo te? 
Ez her tim di nav tirkan de bûm, kurdên li der û dora me jî tev tirkmanc bûn. Tirşik ji min re hewşekî tije kurdîaxêf dîyarî kir û belkî jê girîngtir bû dibistana min a kurdî. Çawa min dest bi nivîsandinê kir, xwendina min a kurdî jî pirttir bû. Wekî bîska din min got, pervînbuldankiya min bilind kir asta hayao. -erê hîn jî divê heft tenûr nan bixwim, eşkere ye, lê ez hîs dikim ku baştir bûye.

pervînbuldankî

3) di nivîsandina entryên xwe yên tirşikê de te qet serî li otosansûrê daye yan hemû bê sansûra te hatine nivîsandin?
Mixabin “Bêsansûr jiyan nabe!”. dikarim ji ser dehî 8,50 pûanê bidim xwe.

4) gelek caran tirşik bû behsa civatên kurdî, gelek caran jî mijara civatên kurdî eşkere kir, rê li ber nîqaşan vekir. girêdayî van tişta li gor te tirşikê çi kir, çi ava kir, çi da wêje û civata kurdî?
Ez nikarim bandora wê li ser wêjeyê binirxînim lê di nav xort û ciwanan de yên nifşa y-yê ya kurdan, alternatîfeke qada înternetê ava kir. Gelek kurdên xwende û înternethez li cem ekşî û hwd. ji ber tunebûna malperekî wiha kêmasiyekê dikşandin, “bijwen” û yên din encama vê tiştê bûn. erê îro bikaranîna tirşikê ne li rewacê ye lê bi hebûna xwe bû bersiva vê kêmasiyê; li înternetê di qadên kurdî de arşîv û delîlên hebûna xwe reşand. Îro kesek derkeve têkeve şopa malperekî vî rengî dê bi hêsanî rêça tirşikê bibîne û ew ê bibe dermana wê-î.

ji 2013'ê ve hayao

5) hinek nivîskarên kurdî tevlî tirşikê bûn, hinek jî ji derve piştgirî dan, hinekan jî bertek û nefreta xwe da tirşikê. li ser vê yekê rewşa rexneya xwînêr û berteka nivîskarên kurdî çawa dibînî?
Rexneya pirtûkan çi çîrok û çi roman an jî helbest bin, karê pisporan in. Nabêjim tevahiya peyamên tirşikê yên bi armanca rexneyê hatine nivîsandin, bêqîmet in lê divê nivîskar bihesibîne ku ew şîrove ne û sûdê ji van şîroveyên xwînerên xwe werbigre çi erênî bin çi neyînî. Wekî ez dizanim, li tirşikê kesekî xeber û galgalan nake. Lê ev jî girêdeyî kevneşopiyekî ye. Tê bîra min çend sal berê nûçeyekî derketibû: mêrxasek rabûbû çend kêmasiya berhevokeke kurdî rexne kiribû û piştî weşandina rexneya wî, nivîskarê berhevokê bi telefonê gef li rexnegir xwaribû. Niha qalîteya rexnegir û nivîskarên me wiha ye, de were têkiliya tirşikvan û nivîskar miqayese bike. Her wiha, bira nivîskar bêhna xwe vedin û xwe baştir bikin.

îstatîstîkên hayao

6) em dibînin, vê sala paşîyê di tirşikê de sarbûnek heye. êdî wekî wan rojên ewil nîqaş çênabin, hejmara entryan kêm dibe. li gor te sedema vê yekê çi ye?
Ev girêdayî rewşa welêt e. Gelek tiştên nexweş her roj ji ajansan belav dibe û morala me bi erdê re dixuşe. Bi ser de tembelî jî heye, ji xwe nedîtin jî.

7) tirşikvanê li ber dilê te şîrîntirîn kî ye?
Cenabê simurg56 e. Bira namzediya xwe dîne, ez ê dengê xwe bidimê. Bêhenek.

8) entryek heye di bîra te de an jî entrya herî bêhtir keyfa te jê re hatî kîjan e?
Çawa gelek hene. Elielilamalama nivîsandiye: “yek torîkî yek jî aksana emrikiyan, vowelên wan. rebbî tu bihêle :p” Rojekê heke karibim bi xweşikî kurdî biaxivim, bira dilê kesekî nemîne lê dê ew aksan torîkî be. :P Lê heke nebêjim nabe, peyama mîr a li bin esperanto jî li ber dilê min gelek şêrîn e.

9) mijara herî balkêş a tirşikê li gor te kîjan e?

10) entryeke te heye ku tu jê poşman bûyî, dixwazî jê bibî an te dixwest bi awayekî din binivîsî?
Hene mixabin. Wekî mînak li bin mijarekî dînî ji ber buldankiya min, mixabin min hîs û fikrên xwe baş nenivîsandibû û bi hewla xwe ya bêwate ya dawiyê min golek avêtibû qaleya xwe. Bi ser de dilê azad30 mabû. Dawiyê min bi edîtan peyamên xwe safî kir û jê lêborînê xwest lê gelek poşman bûbûm ji ber nîqaşên piştî wê peyamê hatin. Her wiha nîqaşa homofobîkê hebû: di navbera min û ferhenga şikestî de peyde bûbû. Nîqaşekî beredayî bû bi ya min. Heqet çima bûbû nayê bîra min lê niha ferhenga şikestî li ber dilê min tirşikvanekî qedirbilind e.

11) li gor te kêmasiyên tirşikê çi ne, ji bo baştirkirin, pêşdebirin û berbelavtirkirina tirşikê çi pêşniyaz û rexneyên te hene?
Bi ya min tirşik wekî malperekî gelek serkeftî ye. Ji aliyê teknîkê ve ji xwe simurg56 tiştekî kêm nahêle. Her tim li şopa nûbûnê ye. Lê ya kêm ew e ku berhemandina tirşikvanên bi xwe ye. Heke ji îro pê ve qeydbûn nebe jî tirşikvan û çomez ên heyî têr dike lê nanivîsînin, ji ber sedemên min bîska din got an jî bi mijûlahiya rojane. Ji ber ku ez jî mîna wan, her roj tênakevim û nanivîsînim, nikarim rexneyan li xelkê bikim. Lê ez dikarim xwe. Çareseriya vê tiştê ev e ku divê em nivîsandinê bikin yek ji hewceyên xwe yên jiyanê. Demekî min vê tiştê ceribandibû û gelekî serkeftî bûbûm.

12) wek tirşikvanekî/ê tu blogerîyê çawa dibînî û fikrên xwe yên li ser blogerîya kurdî ku vê pêlê dema xwe ya zêrîn de ye dikarî ji me re bêjî? 
Bi xwe ez jî ev çar sal in blogger im û ez gelek kêfxweş im ku niha gelek xort û ciwanên kurd bi kul û derd û bi kêf û xweşiyên xwe yên şexsî blogên xwe tije dikin. Ji xwe bi vê riyê, bi şexsîkirina kurdî, em ê karibin li zimanên xwe xwedî derkevin. Lê ji aliyê dinê divê meriv cih û girîngiya blogê û tirşikê ji hev veqetîne. Ji ber ku ev her du nakevin cihên hev du. Hema nebû min du kes nas kir ku wan ji min re got ji xwe bloga min heye, tirşik.net hewcî nake. Yekî mal e, yê din meydan.

profîla hayao

pirsên ekstra:

13) birêz biruya bandoreka tirşikê li ser kurdîya te heye, tirşikê çi da te çi ji te bir? em vê entrya te jî bînin bîra te qejmerîyên gramerê
Min ji xwe qal kiribû lê peyamekî endazer bi bîr bînim, dê xweş bibe. Di dawiya peyamê de vê dîyaloga xeyalî hebû : 

- nexwe tu hêj di asta pervîn buldanê de yî?

+ na heval, ew par bû ez îsal gihiştim asta nazim tolhildanî..

hah! Bi saya tirşikê ez jî gihiştim asta hayao û riyê min dihere heta asta xanî. Herkes dikare bibîne, hema bibêje hemû tarîxa peyamên min bi edîtê guheriye. Lê ev tiştekî xweş e ji ber ku tirşik dîtina çewtiyê rê min da û helbet sererastkirinê jî.

Min ew mijara qejmeriyên gramerê di demekî nexweş de vekiribû. belkî mehan, herkes, hema herkes qala çewiyên bikaranîna kurdî dikir an jî mijarên rêzimanê vedikir. Û mijarên din ên qala jiyanê li nav wan winda dibûn. Ev jî bêhna min teng kiribû. 


14) li gorî te, bertekên nivîskaran yên di derbarê fikrên te de çawa ye yanî rewşa azadiya ramanê an jî fikrên cuda di tirşikê de di çi astê de ye?
Yên ku min dît û ceriband ev e ku di tirşikê de hema herkes dikare her cure fikrên xwe vebêjin û parve bikin. Ji çêr û heqaret pê ve tu dikarî her tiştên xwe biweşîne. Helbet hin bertek derdikevin holê, dibe ku ne li gorî me be, lê jiyan bi pevre xweş e û ji bo vê jî divê herkes hurmetê bide herkesî.

- bloga birûya hayao miyazaki: xebrosk.blogspot.com
- hemû peyamên hayao yên tirşikê: hemû peyam
- hevpeyvînên tirş 1 "ferhenga şikestî"
*edît û nedît: birûya hayao miyazaki, tê mehneya birhên hayao miyazaki'yî, hayao miyazaki anîme û manga çêkirê japonî ye.
*malavayî: bo alîkarîya inanolo.blogspot.com spasîyên xwe ji vir heta bloga wî dişînim :)

7 yorum:

  1. Hevpeyvîneke pir xweş e, min bi zewq xwend. Bi hêviya xortên wiha zêde bibin û gelek ferhengên me yên wek "tirşikê" çê bibin.

    YanıtlaSil
  2. Siheta we herduyan xweş. Ez nivisê biruya h. M. dişopînim, kêfxweş bûm. Ji bo endazer jî pirsa min: Çima xwe dûrî tirşikê û bloga xwe kiriye nanivîse?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. seetxweştir :) pirsa te hate qeydkirin 🖐️

      Sil
  3. Slav , min jî bi zewq xwend ev hevpeyvîna , saeta we xweş. Ez dixwazim vê jî bêjim ; heger tu yê wv hevpeyvîna bidomîni hinek navber têxe :) ser hev hevpeyvîn dibe meriv adiz bike :) ev fikra min e tabî :) yanî nivîsê xwe bidomîne û nav de ev hevpeyvîn wê xweş be :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. mala te ava, ji bo pêşnîyaza te jî spas dikim, ez ê hay jê hebim

      Sil
  4. şîroveya li jor, rast dibêje.
    di navbera hevpeyvînan de 10 roj an jî 2 heftî hebin, wê baştir bibe. hevpeyvînek xweş derketiye holê.
    "bhm" ji nivîskarên resen yên tirşikê ye.
    ji bo endazer jî pirsa min: li ser projeyek -qet nebe ji bo wî- mezin/girîng dixebite an tolaziyê dike?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. mala te ava, min ev pirs jî qeyd kir. :) xweş bû

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN